söndag 15 februari 2009

Qey êşkenceya PKKê ”faşîst” û a PDKê û YNKê jî “demokratîk e!”

Qey êşkenceya PKKê ”faşîst” û a PDKê û YNKê jî “demokratîk e!”

Lasleş Qaso

Têbinî: Gotara min dirêj û hinekî jî bi êş û kul e. Heger tu bi a min bikî û gotarê di wextekî xwe î vala de bi seriyekî rihet bixwînî, tu ê baştir bikî.

Bi rakirina çoxê min ên ji ser dezgeha malpera Rizgarî Onlînê û bersiva birêvebiriya malparê xuya bû ku ew jî, bi şewba PDKê û YNKê ketine; yan jî hema dikin pê bikevin.
Li gora Stalîn, kesên dema ku ji bal zilamên wî êşkence bûbana û bihatana kujtin, a zilaman dibû êşkence û kujtina demokratîk û dema ku ji zilamên wî hin êşkence bûbana û bihatana kujtin, wî çaxî jî a bi zilaman re dibû êşkence û kujtineke faşîzan! Stalîn wilo digot. Îcar helwesta birêvebiriya malpera me jî hinekî bû wek eva Stalîn. Belkî ez şaş bim, lê bi min wilo hat. Di malperê de li himberî Ocalan û Konseya wî bi karanîna têgehên wek xwefiroşî û kurdfiroşiyê dibin sedeqellahulezîm û bi karanîna têgehên wek kevneperestî û xiyanetê ên li himberî hin karên PDKê û YNKê jî dibin allahummeessabirîn! Yanî li aliyekî gotina me dibe ravebêjiya fikir û fikarê û li aliyê din jî eynî gotin dibe dabaşa heqaret û zibarê. Wilo çilo ye? Wilo ne tiştekî baş e.
Birêvebirên malperê bêyî ku bi nivîskarê malpera xwe ê herî kevin û bi ser de jî alîkarê malperê bişêwirin û bibêjin li ser nerazîmendiya me a ji bo vê gotara te a bi navê “Kurmancino PDKê û YNK li ser koka we dilîzin”, tu çi dibêjî? bi yek derbê dikarin nivîskêr bêminet bikin û gotara wî ji malperê rakin. Ev lê nehat. Ev çort jî bû. Lê a herî çort ew bû ku birêvebir di bersiva rakirina gotarê de, dikarin nivîskêr bi “hin sifatên wek heqeret dîtin”ê tawanbar bikin. Bi rastî a wan çawa têgihiştin û rêzgirtine ez tê negiham. Mirov bi wî rengî nabêje. Ên ku ez wan nas dikim jîr û zana û ewqasî jî nêzîkî min in. Edîtorê wê di hindama min de misixurekî wilo delal bû ku min çi jê re gotiye, tu carî ne gotiye na û kiriye. Carina min pir xwestiye ku ji tiştekî min re hema bigota, na. Û min jî hema wek wî kiribaya. Îcar gelo çima wilo tewşikî dadanê? Min hîn ji zû de pê dizanîbû ku barzanî, telebanî û apoyî li ser nivîsên min bi emaîlan û herwekî din kişiyane wan. Gelo nebe ku di vê carê de Barzanî û yan jî Telabanî bi xwe telefonî birêvebiran kiribin û birêvebir jî ji kêfa telefonên wan re xwe ji bîr kiribin ku têkiliyê bi min re deynin? Heger min agahdar kiribana, ji sedî sed min ê jî bi a wan kiribaya; ji ber ku min her tim selameta malperê di ser gotarên xwe, wî û ên din re girtiye. Him min bi pereyan jî nenivîsîbû. Kesê ku tu pere di karê mirov de nedidan, divabû bêyî mirov jî têkilî karê mirov nebana. Eferim! Lê ez ê bi eferimê bi tenê jî nemînim, ez ê bihêlim ku li ser destên min, kurdqewêrên PDKê û YNKê xwe ji niha bêhtir nêzîkî we jî bikin. Dibe ku barê min giran be û her kes nikaribe wî barî hilgire. Ew ji bo we ne kêmaniyek bû. Bi kurtî, ji bîr nekin, ji bo ku mirov di çavên hinekan keve, bêyî ku mirov xwe ji çavên dostên xwe derxîne jî, dikare têkeve çavên wan hinan.

Çima nivîsên min, ewqasî li telê rêxistin, siyasetger û ronakbîrên kurdên bakurê welêt dikevin?
Hema wilo yekser, ji ber ku ji xwe qûnşil in!
Dema ku mirov li tarîxa rêxistin, siyasetger û ronakbîrên kurdên bakurê welêt a sîh salekî nerî, bi hêsanî mirov wê bibîne ku ev ên doh, ji xwe ên îro pir li pêştir, camêrtir û şoreşgertir bûn. Di destûr û rêbazên hemiyan de kurd miletekî kevnare û Kurdistan jî welatek bû; û milet û welat bi çi haweyî diba bila bûba divabû azad û serbixwe jiyaba. Li aliyekî dewletbûyin, azadî û serxwebûn wek mafê kurdan ê herî sereke û li aliyê din jî dewleta tirkan, mêtingehkar û barbar, yanî wek somurgeci faşîst turk devletî, li qelemê dabûn. Hemiyan jî “turk millî mîsakî sinirlari” wek “kurd milli tecavuz sinirlari” bi nav dikirin. Di zargotina wan de kemalîzm faşîzm bû; ji kurdên ku kemalîzm diparastin re digotin “cehş û xwefiroş” û êrîşî ser dikirin. Dan û stendina bi esker û polîsan re guhderzî û kurdfiroşî didîtin. Ji hedê kê bû ku li tenişta polîs û qomandarekî rûnişta! Hemû jî xwedî prensîp bûn û li gora prensîpên ku danîbûn tevdigeriyan. Di nav prensîpên wan de serek û serokan û heta ji bilî DDKDê û PSKê, endaman jî divabû eskerî ne kiribana. Qada xwe a pevçûn û liberxwedanê ne Tirkiyê, Kurdistanê hilbijartibûn. Hemiyan jî qîma xwe bi girtin, kujtin û malwêraniyê anîbûn. Yekî di ber hemiyan û hemiyan jî di ber yekî de can û malê xwe feda dikir. Solalêsî tune bû. Rev ji xwe hîç tunebû. Zilamtî aha heta bi vir bû!
Îcar gelo bi rastî di aqil, liv û tevgera tirkan û dewleta wan de, çi tiştê kurdane qewimî ku sereketiya kurdên bakurê welêt, ji kuçên Enqerê zimanê xwe dirêjî kolanên Diyarbekirê kir û tif û girêza xwe a bi bedena wê ve ha ha alast? Hîç! Tirk bûn demokrat? Na. Di parlamentoya wan de hêzeke demokrat çêbû? Na. Tirkan dewleta xwe demokratîze kirin? Ew jî na. Ê baş e, naxwe ev çi çirçira ên me ne ku bi dû tirkan ketine? Hîn heye:
Di van sîh salên dawiyê de li derdora sed hezarekî kurd bi destê tirkan û peyayên wan hatin kujtin? Erê. Kurd bi sed hezaran di êşkencexaneyan re derbasbûn û ketin girtîgehan? Erê. Sê-çar hezar gundên kurdan wêran bûn? Erê. Sê-çar milyon kurd terkûdinya bûn? Erê. Ev hemû bi destên kê bû? Bi destê dewletê. Ê naxwe ev çi agir ketiye ên me ku xwe li vê dewletê rapêçane? Hîn pir e:
Li her derê vê dinyaya ku bûye mîna gundekî navê kûçik û tajiyan û heta ê pisîkan jî heye? Heye. Û navê kurdan? Hîn jî qedexe ye. Ji destpêka dewleta tirkan û heta roja îro, bi sed hezaran kurd ji bal kemalîztan hatine kujtin? E. Kurdistan îro jî ne baregaha zilma tirkan e? Belê. Îcar piştî van hemiyan tirkan, çi tiştên kurdî bi destê kurdan ve berdane gelo? Ne tiştek jî. Ê naxwe ev çi pivikiya ên me ne ku xwe bi ser tirkan de pelikandine û li vir û wir ha ha dizîqînin? Hîn em li serê latê ne.
Ev ên me doh li dijî sînorên tirkan bûn û îro jî bi wî sînorî re ne. Jo bo ku cidiyeta xwe a paraztina sînoran bi tirkan bidin xuyakirin, gelek caran bi kampanya imzeyan rabûn. Kampanya wan a vê dawiyê, di sala çûyî de bi navê ”Gaziya çareseriya aştiyane ya pirsa kurdî li Tirkiyê”, ji bal Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve li dar ketibû. Enstîtuyê piştî ku imzeyên hezar kesên ku di demekê de ji “turk millî mîsakî sinirlari” re gotibûn “kurd milli tecavuz sinirlari”, ji serekên dewleta ”somurgeci faşîst turk devletî” re şandibû, dawî li kampanya xwe anîbû.
Ên me doh, ne bi tenê dewleteke ku ji perçeyê bakurê Kurdistanê pêk dihat, dewleteke ku ji herçar perçeyan pêk dihat diparaztin. Û ro jî hin ji wan, ji bo ku kurd nebin xwedî dewlet, bi temamê pîsiya tirkan rabûne û hin jî bi lêdana derboqa, zirne, ribab û camcamkên bi kurdiya TRTyan razî bûne. Ma bi tenê hew ev?
Doh li dijî eskeriyê bûn. Û îro jî hemiyan eskerî kirine. Doh hîletê wan ji Tirkiyê diçû. Û îro jî mal û havîngehên gelekan ji wan li Tirkiyê ne. Tew hinekan ji wan, bi sebeba ku zeytûn û penêrê tirkan li ser sifreya mirov bû taştê nedixwarin. Û îro jî heta bi temamê quzelqurta tirkan dixwin!
Tiştê ku doh em hemû pê re bûn û me hemiyan serê xwe li ser dişkenand, wan dev jê berdaye û ez jî bi qasî qeweta xwe hîn dewam dikim. Wan ez hînî ku mirov divê ji kurdên kemalîzt re bibêje ”cehş.” Û helbet xebera wan jî bû. Ji bo yekî cihû Hîtler çibû, ji bo kurdekî jî Mistefa Kemal Atatirk ew jehr bû. Wan ji mêrên çend jinan re digotin ”kevneperest”, ji ên ku zimanê me qexekirine re ”barbar”, ji ên ku li têkbirina rêxistina xwe digeriyan re”xayin”, ji ên ku bi dû kulûjan ketibûn re ”solalês” digotin û xwe di wan werdikirin. Bi kurtî, ne ku tirk li himberî kurdan hatine guhertin, kurdan asas dev ji doza xwe berdaye. Tirk hîn ew hovên berê ne, kurd teslîm bûne û serê xwe ji hovitiya wan re tewandine. Ne ku tirkan destê xwe dirêjî kurdan kirine, kurdan destê tirkan danîne ser eniya xwe. Ne ku dewleta tirkan kurd himbêz kirine, kurdan xwe avêtine himbêza dewletê.
Îcar wilo ye: Serek, serok û ronakbîrê dema ku kemalîzm parazt, ji bo vekirina kanaleke televizyona kurdî sipasiya dewletê kir, ji tirkan re eskerî kir, bi pereyan eskeriya xwe kirî, li Tirkiyê bi cih bû, bi tirkan re civat gerand, li ber muzîka tirkî ji ser xwe çû û xiliya, ji bo selameta Tirkiyê qêriya, êdî ji rêya kurdayetiyê derketiye û ji bo ku kurdan ji rê derxîne wê mîna hilqizmilqiz bêwestan li hev biqulipe. Heger sereketiya kurdan îro ne di vê rewşa kambax de baya, bi tenê hema bi milyonên di destê PKKê de jî maba, wê Kurdistan azad bûbaya. Azad nebaya jî, bi kêmanî wê ne wek jina tirkan û hewiya Tirkiyê mabaya.

Çima nivîsên min, ewqasî bi barzanî û telebaniyan nexweş tên?
Niha berî hemû tiştî divê barzanî û telebanî baş bizanibin a ku me kurdan hemiyan nêzîkî hev dike û xwe di ber hev de dide kujtin, kurdayetiye. Kes ji me ne law û bav û ne jî cîranê hev e. Kurd ji bo ku Şêx Seîd, Qadî Bihemed, Mistefa Barzanî, Qasimlo û hwd. bi kurdayetiyê rabûbûn û di wê rêyê de canê xwe feda kiribûn, wan bi rêz û hirmet bi bîr tînin. Kurdan, ji ber ku Ehmedê Xanî kurdistanî fikirî û nivîsiye ji Ehmedê Xanî hez kirine. Îcar dema ku desthilatdarên me ên başûrî, doza hejêkirin û rêzgirtina xwe li miletê kurd û ronakbîrên wî kirin, wî çaxî jî divê ne bi tenê mafê xwe û kurdên perçeyên xwe, digel mafên kurdên hersê perçeyan mafên kurdên li her derê dinyayê jî biparêzin. Aha di vê guherê de gava me li cohtê xwe nerî, bi hêsanî wê mirov xeta hûr û girs û tof û firk ji hev bifesilîne, gîsinê xwe hilde û daxe, kort û koncalan bide ber û li vir û wir biqelibîne. Ez bi xwe dizanim bê ez cohtekî çawa dikim. Di vî cohtî de helbet ez ê gîsinê xwe li dîwarê wê parlamentoya ku wê bi rengekî qanûnî çend jinan têxe ber mêrekî biqelibînim û jê re bibêjim kevneperest. Li gora terbiya ku min ji ronakbîrên kurdan û dinyayê stendiye, mirov wilo dibêje. Ûdivê wilo jî baş be. Ji bilî islamê, hema hema temamê dîn, felsefe û îdeolojan wê yeka han bi kevneperestiyê tawanbar dikin. Parlamentoya ku azadiya jinê, di tûrikê islamê re berpêyî mêran kir, ew parlamento êdî nêr e û jê re têgotin parlamentoya mêran. Serokê dema ku girêbenda çend jinan bi mêrkî hişt, imze kir, wî çaxî jî divê baş bizanibe ku wî xwe wek serokê mêran ilan kiriye û ne ji mafê wî ye ku ji jinan qedir û marîfetê bixwaze.
Di tarîxa kurdan de kurd ne doh û ne jî îro, tu carî bi qasî tirkan, ereb û farisan nebûne misilman. Îcar desthilatdarên tirkan hîn berî bi 80ê salî wê karibin qanûna yekjinî, di parlamentoya xwe de bidin qebûl kirin û ên me jî bi sebeba ku xelkê wan pir misilman e, qanûna pirjinî li xelkê xwe ê pir misilman rast bikin. Baş e, desthilatdarî naxwe ji bo çi heye? Gava desthilatdarî hêz be, ew hêz ji bo çi û ne çi ye gelo? Li her derê dinyayê desthilatdaran, hêza xwe li himber her kar û rûdanên ku rastûrê civak ji berg û fesalê dixistin bi kar anîne. Ew mafê desthilatdaran û civakê bi xwe ye. Îcar bi rastî ên me jî qey nizanin ku wilo ye? Wan daye ser rêyeke din û ew rê jî ne rêya azadî û rizgariya welêt û milet e.

Di warê alîkariya bi kurmancan re barzanî û telebanî:
Barzanî û telebaniyên ku bi deh salan di ser dilê kurdên Binxetê de bûn û bi nan û ava wan jiya bûn, ji salên 1990î û vir ve, bûne nîv-dewlet û di nava dewlemendiyê de digevizin, çi alîkarî bi kurdên Binxetê re kirine gelo? Hîç. Alîkariya herî piçûk vekirina televizyonekê bû, ew alîkarî jî bi wan re nekirin. Tew bi ser de jî di qetilama Qamişlê de, hin berpirsên wan ên li Sûriyê, devkî piştgirî dan hikûmeta Bişar Eshed. Li ser ewa berpirsan, binxetiyan kirasê xwe çirandin! Îcar ev hemû li aliyekî, a herî malkambax ku êzîdiyên li wan deran, di nav pencên sefaletê de nîvmirî dijîn û kesek jî alî wan nake! Dan û stendina êzîdiyan hema hema ji her derê hatiye birîn. Gunehkariyeke mezin e ku hin qatix, pez û dewarên wan bikirin! Giriyê guran bi halê wan tê! Mirov vî werîsî dikare pir dirêj bike; lê ez ê dirêj nekim da neqete.

Di warê siyasî û dîplomasiyê de barzanî û telebanî:
Desthilatdarî imkan in û imkan jî pere, mal û milk û heval û dost in û li derdora hivdeh salan e ku ew hemû di destên barzanî û telebaniyan de ne. Îcar li herçar perçeyan di xurtkirina hêzên kurdî de ew imkan çiqasî hatin bikaranîn? Bi wan imkanan kurd çiqasî ber bi xwe û hev de kişandin? Li Ewrupa û temamê dinyayê çend lobiyên mezin hatin damezrandin? Hersê perçe, Ewrupa û temamê dinyayê li dera han bihêlin, li başûrê welêt bi xwe jî ew imkan baş bi kar nehatine. Mijara sînoran nehat safîkirin û bi ser de jî dev ji Mûsilê berdan. Bi wan imkanan ji dêvla ku islama siyasî qels kiribana, xurttir kirin. Imkan di berjewendiya welêt de bi kar hatibana, xelk ne dibû dijminê wan. Bi perwerdeya civakê daneketin. Rola jinê di her civakê de bi qasî a mêr mezin bû û bi haweyekî qanûnî jin kirin koleyên mêran.
Deshilatdarên me ewqasî bêkêr derketin ku heta bi xiyar û bacanên xwe jî ji der ve kirîn. Û heta bi ava xwe jî. Û herwekî din. Helbet hin tiştên baş jî kirine, lê a min ne ew e. Ez li ser tiştên ku welat û milet pê bilind, azad û serbixwe dibe dipeyivim.
Bi destê emerîkî û ewrupiyan dagîrkirina Iraqê ji bo kurdan fetihkirina dojehê bû. Ji tarîxa eyûbiyan û vir ve firseteke wilo mezin neketibû destê kurdan, û sereketiya PDKê û YNKa desthilatdar jî ew firseta mezin bi kar neanîn! Ingilîz û emerîkiyan doza kurdan ji destê tirkan, ereb û farisan derxistibû û rastûrê bi xwe ve girêdabûn. Lê mixabin ên me jî her bi ser tirkan, ereb û farisan de xwûz bûn û şêwr û mişêwra xwe a mezin bi wan re gerandin. Li aliyekî bi yekitiya Iraqê rabûn û qeweta xwe di sazkirina dewleta Nûrî malikiyan de bi kar anîn û li aliyê din jî bi tirk û farisan re tenûr dadan û ardûyê welatê xwe bi carekê ve di tenûra wan de şewitandin. Tevger û dan û stendina wan a bi tirkan, ereb û farisan re bû sebebê ku emerîkî di projeya xwe de bilikumin û di dawiyê de stêrka tirk, ereb û farisên zalim di ezmanê Kurdistanê de careke din geş bibe û biçirise. Lê nefikirîn ku çirisandina stêrka wan tarîkirina stêrka miletê kurd bû. Lê nefikirîn ku dijmin çiqasî qels ew ê jî xurt, Bexdayê çiqasî lewitî Hewlêrê jî wê ewqasî paqij baya. Heger li perçekirina Iraqê geriyabana, niha ji zû de Kurdistan dewlet bûya. Îcar gelo bi rastî, desthilatdarên me ên ku bi ser kêf û zewqa dinyayê de kewişîne, hîn jî pê hisiyane ku li Iraq û Kurdistanê ê herî mezin êdî bûne tirk? Tirkiya ku di demekê de li dijî Sovyeta berê bê çiqasî ji emerîkî û ewrupiyan re pêwîst bû, ji sala 2006an ve ji wan re dîsa wilo pêwîst bûye!

Di warê zimên û kulturê de barzanî û telebanî:
Li gora min dijminahiya herî mezin a ku desthilatdariya Hewlêrê bi kurdan re kiriye, desteserkirina wê a zimanê kurmênc e. Desthilatdariyê hîn jî nexweztiye fêhm bike ku ji %70-80î kurd, kurmanc in. Kurmanc bi kurmanciyê û milet jî bi kurmancan heye. Ev çavsoriyeke mezin e û kurmanc wê tu carî vê çavsoriyê qebûl nekin. Him qebûl bikin jî divê pirek di navbera sorî û kurmancan de bimîne ku hevdu himbêz bikin. Û ew pir jî herêma Bahdînanê ye. Dema ku zaxoyî, duhokî û şingalî jî bi soraniyê peyivîn û kurmancî ji bîr kirin, sorî û kurmancên din wê nikaribin li ruyê hev binerin.
Deshilatdarên me ên ku di sazkirina festîvalan de bi milyonan dolar xerc kirine, bêyî zerfên bêrîkan, çend hezar dolar dane weşanxaneyên hersê perçeyên din gelo? Hîç. Di pêşketina edebiyat û kultura kurmancên herçar perçeyan de çi alîkarî kirine gelo? Hîç. Alîkarî li dera han, kultur û zimanê kurmancan kirin dabaşa qerf û henekan. Li herêma Bahdînanê, generasyona kurmancên îro êdî fedî dike bi kurmancî bipeyive.

Barzanî û telebanî doza zimanê ”dîplomatîk” li me dikin!
Barzanî û telebaniyên mîna ku li rohilat û bakurê Kurdisatên kurd tunebin û bi tirk û farisan re ketine govendê, baş pê dizanin ku bi siyasetger û ronakbîrên kurdan nakeve ji dijminên xwe re muxbiriyê bikin. Cezeyê muxbiran daliqandine. Îcar ez ê navê cenabê wî nebêjin, (ji ber ku birêvebirên malpera me ji min daxwaz kirine ku ez navan nebêjim û rexneyên xwe binivîsim), sekreterê PDKê di 18ê meha 11an sala 2007an de di televizyona Samanyoluyê de digot ”ji dêvla ku tirk di derbarê PKKê de ji emerîkiyan istixbaratê dixwazin, bila bên ji me bixwazin, em ê wê istixbaratê bidin wan!” Baş e, ma ev gotineke dîplomatîk e ku heta mirov jî bikaribe dîplomatîk ji wan re binivîsîne?
Di sala 2001ê de li Duhokê, min û hin berpisên PDKê li ser çapa du romanên min ên ku wergerî erebî bûbûn, da hev. Wan nedixwezt ku li ser bergê kitêbê Duhok, yan Kurdistan bihata nivîsandin. Sebeb jî tirk wê ji wan aciz bûbana. Ez jî pir hêrz bûm û min got ya Kurdistan, yan Ûganda û yan jî ez ê kitêban çap nekim. Bi kurtî, di dawiyê de me li ser Ûgandayê li hev kir. Li ser bergên kitêbên min ên ku Komal niha lê dixebite li Enqerê bi kurdî çap bike, bi erebî ”Tebih fî Ûganda” hatine nivîsandin! Îcar yanî niha ewa han jî birêvebirina dîplomasiya li himberî tirkan bû, ha? Wilo çilo dîplomasî ye? Dîplomasiya wilo pîs e. Ha, min ew herdu kitêb wek diyarî jî ji serokê herêma Kurdistanê re şandin. Him jî ji Duhokê.
Parlamenterê tirkan li Kerkûkê di meqamê walî de, neqşeya Kurdistanê ji dîwêr radike û walî jî ava cemidî, şekir û liqûman pêşkêşî wan dike, ew dîplomasî bû ne?
Serokê komara Iraqê, bibexişînin ez navê wî nabêjim, bêyî ku ruyê wî ji miletê kurd biêşe û dewleta tirk jî bi protukol miritukolan pêşewaziya wî bike, diçe Enqerê û bi ser de jî Anitkabirê tewaf dike. Yanî niha ew jî dîplomasî bû, ha?
Di sala 1995/96an de dema ku serokê herêma Kurdistanê çûbû Tirkiyê, rayedarên tirkan Abdulkadir Ayganê JÎTEMa ku bi hezaran kurdperwer kujtibûn wek werger pê re dabûn rûniştandin. Û serok jî ne li wir û ne jî piştî ku çû mala xwe, ji rayedarên dewleta tirkan re tiştekî nexweş negot. Masmedya tirkan ewa ku bi serok re hatbû kirin, bi pêlêkirina şexsiyeta wî ve girêdabû û dîsa jî serokê çar-pênc milyon kurdan dengê xwe ne kiribû. Ew jî dîplomasî, hi?
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, bibexişînin ez ê navê wî jî nebêjim, heger bi qasî serê derziyê rêz li mafên kurdên zindî û kujtî ên rohilatê Kurdistanê girtibaya, di vekirina balyozxaneya dewleta pasdarên ku bi qeweta barzaniyên sala 1980î li rohilatê Kurdistanê rêxistinên kurdan di xwînê de fetisandibûn, melayên îranî bi pesinandinê nedibirin ber perên ezmanan! Di şahiya sîh saliya ”Şoreşa Islama Îranî” de jî wilo peyivîbû. De qey a wî jî dîplomasî bû!
Di dîplomasiyê de peyva ”hîç, qed” û ”tu carî ” tunebû û mixabin serokê herêma Kurdistanê jî ew peyv di pêkanîna referandûma Kerkûkê û rengê nasnameya wê de ji hew bêhtir bi kar anî û got, ”bi tu şêweyî ez ê qebûl nekim, hîç nabe, qed nabe, tu carî nabe…!” Serok bi Kerkûkê bi tenê jî nema, ew peyv vê carê jî li himberî artêşa tirkên ku dixweztin başûrê Kurdistanê bombe kiribana jî pir bi kar anîn. Lê mixabin di dawiyê de artêşê a xwe kir, ket başûrê welêt û heta roja îro bêwestan wan deran bombe kir.

Di çîroka min û Seydayê M.Emîn Bozaslan de barzanî û telebanî!
Di sala 1994an de di rojnameya Ozgur Ulke de, Abdullah Ocalan gotareke bêqîmet li ser M. Emîn Bozarslan nivîsîbû û bi haweyê xwe ew dabû ber hev. Peyva wî a ku asas li telê min ketibû, payva ”minafiq!” bû. Ji Bozarslan re jî gotibû ”minafiq!” Li ser wê yekê, min ji hevalên xwe ên komîteya karger a Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdî xwest ku em bi belavokekê Ocalan protesto bikin. Bi kurtî piştî ku hevalan, bi haweyê ku Bozarslan jî digel nivîskaran re belavokê imze pêşniyara min qebûl kirin, min telefonî Seyda kir û got: ”….Xalo, Abdullah Ocalan di rojnameya Ozgu Ulkeyê de ji te re dibêje minafiq. Îcar em wek bîst-sîh nivîskarî dixwazin bi belavokekê Ocalan protesto bikin.”
Seyda: ”Hûn baş dikin”, got û kêfa xwe anî.
”Lêbelê Xalo divê tu jî bi me re belavokê imze bikî.”
Xalo bi dilsarî piştî ku got ”na ez imze nakim”, min jî êdî dirêj nekir û xatir jê xwezt.
Piştî çendeyeke din, di eynî rojnameyê de vê carê jî Ocalan gotinên wek ”zinêkar” pê re kirin. Ez tam hêrz bûm! Ez pir li ber hevalan geriyam ku em bêyî imza Seyda belavokê belav bikin, lê mixabin wek min nebû û ji bêgavî dîsa min telefonî Seyda kir:
”Apo, Ocalan vê carê jî ji te re gotiye zinêkar. Heval ji siqêfên ku Oaclan bi cenabê te re kirine, pir aciz bûne; hemû li bendî ku tu jî belavokê imze bikî û em hema belav bikin, sekinîne.”
Seyda hêrz bû:
”Ez û tu em ji ku xal û xwarzê û ap û biraziyê hev in ku tu ji min re dibêjî xalo û apo, hi? Ez çi belavok melavokan imze nakim!...”
Bi keft û gefta wî re mîna ku cendermeyên Stilîlê di ber min re derkevin, xwêziya min di ber min de ma; ez ew deqê bêhnek berê bûm wek kabekî kirizî û min çavên xwe li qula herî nêzîkî xwe gerand ku hema pê de birevim!
Bi rastî min dikarîbû jê re gotibaya Seyda. Û heta fîlozofê zemên jî. Min ji Seyda hez dikir. Li ba min dereceya ap û xalê, bi qasî a bavê mezin bû. Aha ji ber wê yekê min jê re gotibû, xalo û apo.
Îcar ev jî barzanî û telebanî ne. Bi dehan kesên ku ji wan re gotibûn ” Peykerên xiyanetê, pîs abîde, gardiyan, xayin, çete, hevalên Seddam” û herwekî din, îro li kêleka wan rûniştîne zivêr nabin û bi têgehên min ên ku nikarin ji min re bibêjin tu derewan dikî em paqij û kurdistanî ne, êgir li min dibarînin!
Di dawiya vê nivîsa xwe de ez ê bibêjim, ji ber ku ez azadî û serxwebûna miletê kurd û Kurdistanê bi nasyonalîzma kurdî ve girêdidim û heman carê jî xwe wek algir û serkêşekî vê nasyonalîzmê dibînim, ji tu kesî jî hesaban nakim. Ez di doza kurdî de terefek im û heta ku zimanê min bigere ez ê qelema xwe di vî terefî de bi teref bi kar bînim. Ewqas.

13 02 09

lales56@hotmail.com

2 kommentarer: